Asta zamê li Tikrîyê gihîşt sedî 70î
May 05, 2022 13:35 Asia/Tehran
Asta zamê li Tikrîyê gihîşt sedî 70î, asta ku di 20 salên buhurî da asta herîbilind e.
Navenda Amaran a Tirkîyê ragihand ku asta zamê ya mehê li vî welatî di meha Nîsanê da gihîştîye sedî 7.25ê. Asta zama salê jî gihîştîye sedî 69.97ê ku asta herîbilind di 20 salên buhurî da bûye.
Lê Koma Lêkolînnên Zamê radigihîne ku asta zamê ya di meha Nîsanê da sedî 8.69 û ya salane jî sedî 156.86 e.
Li gorî rapora Navenda Amaran a Tirkîyê asta herîbilind a zamê li vî welatî di pişka xercên tranzîtê da ye ku di yek sala buhurî da rabûye sedî 105.68ê.
Bihaya xwarin û vexwarinê jî di yek sala buhurî da sedî 89 zêde bûye. Kel pelên malê jî sedî 77.6 biha bûne.