Tirkîyê derbara binpêkirina sînorê hewayî yê vî welatî da Yûnan hişyar kir
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku heke Yûnan sînorê hewayî yê wî welatî binpê bike, Enqere yê demlidest bertekê nîşan bide.
Destwerdana leşkerî ya Tirkîyê li grava Qibrisê di sala 1974ê da, bicihbûna gemîyên lêkolînê yên Tirkîyê li nêzîkî perravên Qibrisê jibo peydakirna meydanên nift û gazê, binpêkirina berdewam a sînorê hewayî yê Yûnanê ji hêla baalfirên cengê yên Tirkîyê va û penaberbûna 8 leşkerên tirk li Yûnanê piştî derbeya serneketî ya di Tîr,eha sala 2016ê da, ji hegerên sereke yên alozbûna peywendîyên Tikrîye û Yûnanê ne.
Xulûsî Akar Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê got: Hêza hewayî ya vî welatî di rewşa hişyarî û amadebaşîyê da ne û Enqere bê guman dê himberî her pêngava dijî Tirkîyê bersivê bide û bertekê nîşan bide.
Akar herwiha got: Dewleta Yûnanê hela jî kiryar û axavtinên handêr li Deryayên Êje û Medîteranê didomîne.
Hefteya buhurî Tirkîye bi hegera nakokîya digel Yûnanê di manovra NATO ya li Yûnanê da pişikdar nebû û ragihand ku dewleta Yûnanê vê manovrê jibo pêşdabirina berjewendîyên sîyasî yên xwe bi kar anîye.