HDP: Em dê jibo siberojeke tijî aştî, biratî û beranberîyê têkoşîna xwe bidomînin
Hevserokên HDP di daxûyanîyeke bi boneya cejna Remezanê da pêgirî ser têkoşîna hevpar jibo jiholêrakirina pergala serdest û pêkanîna aştîyê kirin.
Pervîn Buldan û Midhet Sencer hevserokên HDP da daxûyanîyeke bi boneya cejna Remezanê da ji ber sîyasetên şerûtîyê yên hikûmeta Tirkîyê rexne kirin.
Di dewama wê daxûyanîyê da wiha hatîye: Mixabin em di rewşekê da diçin pêşwazîya cejna Remezanê ku bi kûrbûna sîyasetên şerxwazîyê yên hikûmetê, welat tûşî qeyranên sîyasî, aborî û civakî bûye. Ev welata bi salan e ku di hesreta cejneke rastî da ye. Aştî û refah li deverên ku em dijîn, ber gefê ne.
Hevserokên HDP herwiha ragihandin: Em hêvî dikin ku cejna Remezanê bibe destpêka aştî, aramî û dadê li welatê me, herêmê û seranserê cîhanê. Em ser vê bawerê ne ku bi têkoşîna hevpar dê pergaal serdest biguherînin û cejna rastî di siberojên tijî azadî û beranberîyê da pîroz bikin. Cejna Remezanê li hemî gel pîroz dikin.