Desteserkirina bi dehan kesî di Roja Cîhanî ya Karkeran da li Istenbolê
May 02, 2022 04:52 Asia/Tehran
Polîsên Dijeşoreş ên Tirîyê bi dehan kes di Roja Cîhanî ya Karkeran da li vî welatî desteser kirin.
Bihaya lîrê tirka daketîye, zam ji sedî 36ê derbas bûye, gaz û ceryan jî roj bi rojê biha dibin. Ev rewşa bûye sebeb ku debarajîyanê li Tirkîyê dijwar bibe û gel nerazîbûnê nîşan bide.
Tevî ku rayedarên Tirkîyê xwenîşandan di Roja Cîhanî ya Karkeran da li Meydana Taksîm a Istenbolê qedexe kiribûn, bi sedan karker daketin kolanan û nerazîbûna xwe himberî qeyrana aborî û zama berdewam li vî welatî nîşan dan.
Polîsên dijeşoreş ên Tirkîyê jî bi dehan kes ji wan destser kirin.