Parlimanterê HDP yê Wanê: Em dê himberî yekitîya hikûmeta Tirkîyê û PDK bisekinin
Komeke berfire ya gelê Wanê ligorî daxwaza Partîya Dêmokiratîk a Gelan dijî şerxwazîya Hikûmeta Tirkîyê ya li Herêma Kurdistanê dest bi meşê kir.
Gelê Wan di meşekê da ku ligorî daxwaza HDP bi nîşana nerazîbûna hibmerî sîyasetên şerxwazane yên AKP-MHP lidar xistin, PDK jî berpirs û şirîkê êrişên Tirkîyê ser Kurdistana Iraqê zanîn.
Murad Sarisaç parlimanterê HDP yê Wanê li kombûna gelê vî şarî bi gotina vê yekê ku di salên ji komkujîya gelîyê zîlanê bigire heta roboskîyê da her cure komkujî dijî kurdan hatine kirine, dîyar kir: Hikûmeta Tirkîyê her car hemî hewla xwe jibo jinavbirina kurdan bi kar tîne. Ev hikûmeta nika bi alîkarîya hevdestên xwe bi çekên kîmyewî êrişî gel, zarok û xwezaya warên kurdan dike.
Sarisaç bi gotina vê yekê ku hikûmeta Tirkîyê ji birêxistina bêtifaqîyê di navbera kurdan da jibo kuştina wan sûdê werdigire, dîyar kir: Dewleta Tirkîyê him ji kurdên vî welatî û him ji kurdên Kurdistana Iraqê bi awayekî narewa sûdê werdigire.