Derxistina çalakvanên Hamasê ji Tirkiyê
Tirkiyê li ser daxwaza siyonîstên îsraîlî hejmarek ji endamên koma filistînî ya Hemasê dersînor kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, medyayên siyonîst li navçên dagirbûyî duh çarşemê nûçeya derkirina endamên Hemasê ji Tirkiyê piştrast kirin.
Li gorî medyayê, Enqerê di çarçêva bicihanîna xwestekên Rejîma Siyonîst de ji bi dehan endamên Hamasê xwestiye ku ji Tirkiyê derkevin.
Di heyama du mehên borî de, Tirkiyê li ser daxwaza karbidestên Rejîma Siyonîst derbasbûna çalakvanên Hemasê nav Tirkiyê qedexe kir û daxwaz ji hejmareke din ji endamên tevgerê kir ku ji vî welatî derkevin û rê li ber çûna bi dehan endamên vê tevgera filistînî bo Tirkiyê girt.
Rojnameyên Îsraîlî belav kirin ku Telavîvê pêştir lîsteyek ji endamên Hamasê ji Enqerê re şandibû û daxwaza derxistina wan ji Tirkiyê û girtina pêşiya derbasbûna wan nav vî welatî bi hinceta çalakiyên leşkerî kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku car caran bi durûtî û derew ji bo piştgiriya Filistîniyan daxuyaniyan dide, li 9ê Adara îsal mazûvaniya Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog kir.
Hikûmeta Erdogan bi meşandina sîyaseta durû, ji aliyekê têkelî û pêwendiyên kûr bi Tel Avîvê re datîne û ji aliyê din ve bona xapandina misilmanan bi taybet gelê Filistînê daxuyaniên derbarê piştevaniya ji Filistîniyan dide û ji rûve xwe dilşewatê wan dide nasandin.