Nerazîtî li hemberî zêdebûna kirayên hatûçûna gelemperî li Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333158-nerazîtî_li_hemberî_zêdebûna_kirayên_hatûçûna_gelemperî_li_stenbolê
Welatiyên Stenbolê wek nerazîtiya li hemberî zêdebûna kirêya hatûçûna gelemperî meşek li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2022 09:49 Asia/Tehran
  • Nerazîtî li hemberî zêdebûna kirayên hatûçûna gelemperî li Stenbolê

Welatiyên Stenbolê wek nerazîtiya li hemberî zêdebûna kirêya hatûçûna gelemperî meşek li dar xist.

Li Stenbolê kirêya hatûçûna gelemperî sedî 40î zêde bûye û nerazîtî li dijî vê zêdebûnê bi rojan e ku didome.

Roja Şemiyê jî kombûnek li ber rawestgeheke Metroyê li Stenbolê hat lidarxistin. Li vê kombûnê hin endamên HDPyê jî beşdar bûn.

Beşdarên di vê kombûnê da ragihand ku belengazî li Tirkiyê di du mehên dawî da gelekî zêde bûye û destmizdên herî kêm ji bo dabînkirina hewcetiyên bingehîn ev demeke dirêj e ku li hemberî zêdebûna bihayê xwarek, av, gaz, ceryan û ardûyê têrê nake.

Demek beriya niha hin medyayan li Tirkiyê tevî amajeya bi belengaziya ber bi zêdebûnê ya welatiyan li vî welatî ragihand ku hin welatî mêwe û sebzeêyn wêda-avêtî ji bo xwe kom dikin.