Li Tirkiyê - Tîmên SASê li peravên Kefkenê mudaxaleya mayînekê dikin
Nîsan 07, 2022 07:01 Asia/Tehran
Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê daxuyand tîmên Parastina Binavê (SAS) yên girêdayî Fermandariya Hêzên Behrê mudaxaleya mayîna ku li peravên Kefkena li ser Kocaeliyê hatiye tesbîtkirin, dikin.
Wezaretê daxuyand li peravên Kefkenê madeyeke dişibe mayînê hat tesbîtkirin.
Hat daxuyandin balafira qereqolê paşê tesbît kir ku ew mayîn e, li ser vê tîmên SASê yên Fermandariya Hêzên Behrê hatin û mudaxaleya mayînê dikin.