Rêûresma meha pîroz a Remezanê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332979-rêûresma_meha_pîroz_a_remezanê_li_tirkiyê
Piştî du salan qedexeyên koronayê, wê îsal li mizgeftên Tirkiyê nimêja komî û cemaetê bê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2022 07:24 Asia/Tehran
  • Rêûresma meha pîroz a Remezanê li Tirkiyê

Piştî du salan qedexeyên koronayê, wê îsal li mizgeftên Tirkiyê nimêja komî û cemaetê bê kirin.

Li gor nûçeya Ajansa Radyo û Televîzyonê, li gor adetên kevnar ên meha Remezanê li Tirkiyê, berbanga seheriyê, kesên çawuşîxwan li taxên curbicur bi lêxistina defê şêniyan hişyar dikin da ku seheriya xwe bixwen û ji bo nimêja sibeyê amade bibin.

Di dema fitarê de li hin deveran ji bo fitarê bi dengdayîna topê bang li kesên rojîgir dikin.

Dayîna îftariyê ji aliyê şaredariyan û kesên xêrxwaz di çadirên fitarê de, alîkariya hewcedaran, helaliyetxwestin (daxwaza helalkirinê), xwendina Quranê û hwd., ji erf û edetên baş ên xelkê vî welatî di meha pîroz a Remezanê de ne.

Rêxistina Diyanetê (Teşkîlata olî) ya Tirkiyê roja Şemiyê (2ê Nîsanê) li vî welatî yekem roja meha Remezanê ragihand.