Yekemîn Lûtkeya Cîhanî ya Aborî û Guhertina Avhewayê li Tirkiyê
Yekemîn Lûtkeya Aborî û Guhertina Avhewayê ya Cîhanê li paytexta Tirkiyê dest pê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di civîna du rojî de dê mijarên têkildarî guherîna avhewayê û çûna ber bi enerjiya kesk ve bên gotûbêjkirin.
Ev civîn li Koşka Kongreyê ya Odeya Bazirganiyê li Enqerê tê lidarxistin. Ji bilî mijara guherîna avhewayê û çûna ber bi enerjiya kesk; Di vê lûtkeyê de mijarên din ên wekî fînansekirina enerjiya paqij, guhertina xeta hilberîna karistan û kargehan bi pêkanîna siyaseta enerjiya paqij û stratejiyên cîhanî dê werin gotûbêjkirin.
Siyasetmedarên dêrîn, wezîr, balyoz, karbidest û aktîvîstên pîşesazî, rêxistinên civakî û rêveberiyên herêmî, akademîsyen, serokên pargîdanî û nûnerên saziyên navneteweyî dê beşdar bibin.
Hêjayî gotinê ye ku Anatolyê (Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê) ev lûtke wek lûtkeya serokan bi nav kir, lê negot serokên kîjan welatan beşdar dibin.