Fûara Pirtûkan a CNR’ê vebû, 5 weşanxaneyên kurd jî lê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332847-fûara_pirtûkan_a_cnr’ê_vebû_5_weşanxaneyên_kurd_jî_lê_ne
Fûara Pirtûkan a CNR’ê îsal li Avrasya Gosterî Merkezî ya li Yenîkapiya Fatîha Stenbolê deriyên xwe vekirni. Li fûarê 5 weşanxaneyên kurdan stand vekirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2022 10:35 Asia/Tehran
  •  Fûara Pirtûkan a CNR’ê vebû, 5 weşanxaneyên kurd jî lê ne

Fûara Pirtûkan a CNR’ê îsal li Avrasya Gosterî Merkezî ya li Yenîkapiya Fatîha Stenbolê deriyên xwe vekirni. Li fûarê 5 weşanxaneyên kurdan stand vekirine.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, CNR îsal 8’emîn car e vê fûarê li dar dixe. Fûar roja Şemiyê vebû û heta 3'ê avrêlê dê vekirî be. Li dor 300 weşanxane û saziyên sivîl stand vekirine. Li Stenbolê TUYAP û CNR du fûar li dar dikevin. CNR ji TUYAP’ê hinek cudatir, zêdetir weşanxaneyên mihawezekar tê de cih digire. TUYAP jî vê payîzê li dar dekeve.

Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Morî û Weşanên Dara ji Amedê, Weşanên Sîtav ji Wanê, Weşanên Na ji Îzmîrê û Weşanên Nûbihar û Weşanên Zîlanê jî ji Stenbolê hatine û li fûarê cihên xwe girtine. Weşanxaneyên kurdan ji bo nivîskarên xwe rojên îmzeyê jî li dar dixin.