Li Tirkiyê 70 nexweşên din ên Koronayê can da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332816-li_tirkiyê_70_nexweşên_din_ên_koronayê_can_da
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku li wî welatî 70 kesên din bi Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2022 05:20 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 70 nexweşên din ên Koronayê can da

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku li wî welatî 70 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê şeva şemiyê ragihand ku di 24 saetên borî de li vî welatî 13 hezar û 849 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 70 welatiyên Tirkiyê jî bi sedema nexweşiya vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Malpera nûçeyan a "Worldmeters" bi vê statîstîka nû ragihand ku li Tirkiyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa koronayê ketine 14 milyon û 789 hezar û 483 kes e. Hejmara qurbaniyên vîrusa korona li Tirkiyê gihîşt 97 hezar û 736 kesan.

Serokê Komeleya Lênêrîn TedawiyênTaybet û Zirav a Tirkiyê Oktay Demîrkran herî dawî ragihandibû ku ji ber leza belavbûna omîcronê û hejmara zêde ya nexweşan, li welêt rêjeya çûyîna nexweşxanan gelekî zêde bûye.