Adar 25, 2022 17:24 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê şerê çekdarî: 4 kes hatin kuştin ku 3 ji wan xelkê Colemêrgê ne

Li navçeya Kuçukçekmece ser bi parêzgeha Stenbolê 24ê Adara 2022ê li parka otomobîla a Dadgehê di navbera malbateke parêzgeha Colemêrgê û Sînobê şer derket û di encam de 3 kesên ji Colemêrgê û kesek jî ji malbata Sînobê hatin kuştin.

Serokê Komeleya Dildarên Colemêrgê ya li Stenbolê, Selim Mavi bo Rûdawê ragihand, ew daxwaz dikin ku ev bûyer bi her alî bê lêkolînkirin û zanyariyeke zelal bê dayîn.

Selim Mavî got, “3 hembajariyên me di vê êrîşê de hatine kuştin. Kesên ku canê xwe ji dest dane Nazim Sozer, Ercan Sozer û Kadir Mendanoglu ye û Erdal Sozer jî bi giranî birîndar bûye. Li gor rewşa êrîşê em karin bêjim malbata Sînobî bo şer amadekariyên xwe kirine lê derbarê sedema şer de em nikarin bi zelalî tiştekî bêjin. Li gor agahiyên me wergirtine 18 kes hatine desteserkirin û lêpirsîna wan berdewam e.”

Li gor agahiyên hatine belav kirin tê îdîakirin ku şer ji ber dozeke dadgehê derketiye lê agahiyên zelal heta niha nehatine belav kirin.

Serepeyv