Adar 14, 2022 00:12 Asia/Tehran
  • Ji ber berfê rêyên 1044 cîhên niştecîhbûnê û gundên kurdan li Tirkiyê hatin girtin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê mercên giran ê zivistan û ketina berfa giran bû sedem rêyên 1044 gundan bên daxistin.

Li gor daxuyaniya şaredariya Wanê, ji ber berf û bakrofeyê rêyên 308 taxên bajêr hatine daxistin. Herwaha tîmên tekoşîna li dijî berfê, ji bo vekirina rêyan xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin.

Herwaha li Colemêrgê jî berf û bakurofe pir bi bandor bûye û li gor daxuyaniya rêveberiya parêzgehê, ji ber mercên xirab ên hewa bi giştî li parêzgehê rêyên 160 gundan hatine daxistin.

Hat ragehandin tîmên vekirina rê yên şaredariyê xebatên vekirina rê û paqijkirina berfê berdewam dikin.

Li parêzgeha Mûşê jî sekretere giştî yê rêveberiya parêzgehê Şêxmûs Yentur ragehand, ji ber ketina berfa giran û zêde rêyên 316 gundan hatine girtin.

Herwaha wî got, tekoşîna li gel berfê berdewam dike û li cîhên bilind hin cîha 5 heta 6 metreyan berf bariye. 59 wesayîtên paqij kirina berfê bi 85 karmendan ve rêyên ku tên daxistin paqij kirin.

Li parêzgeha Bedlîsê jî mercên xirab ên hewa û barîna berfê bû sedem rêyên 260 gundan bên daxistin.

Li gor berpirsê rêveberê xizmetên gihandin û rêyan ê rêveberiya parêzgehê Umîd Kurtkan, ji bo rêyên daxistî yên gundan bên vekirin xebatên wan berdewam dikin.

Serepeyv