Taxima HDPyê di hel Jozêf Borêl Nûnerê Yekîtiya Ewropayê civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332247-taxima_hdpyê_di_hel_jozêf_borêl_nûnerê_yekîtiya_ewropayê_civiya
Taximeke endamên payebilind ên Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di gel Jozêf Borêl nûnerê Yekîtiya Ewropayê civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2022 10:32 Asia/Tehran
  • Taxima HDPyê di hel Jozêf Borêl Nûnerê Yekîtiya Ewropayê civiya

Taximeke endamên payebilind ên Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di gel Jozêf Borêl nûnerê Yekîtiya Ewropayê civiya.

Taximeke endamên payebilind ên Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) pêkhatî ji Midhet Sencer hevserok, Feleknaz Oca û Hişyar Ozsûy hevberdevkên komîsiyona pêwendiyên derve û Derwêş Çîmen nûnerê vê partiyê li Ewropayê di gel Jozêf Borêl Berpirsê pêwendiyên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê civiya.

Midhet Sencer hevserokê HDPyê di vê hevdîtinê da tevî ragihandina piştevaniya vê partiyê ji hewildanên ji bo aştiya navbera Rûsiye û Ukraynê, ji du aliyan xwest ku bi rêya gotûbêjê pirsgirêkan çareser bikin.

Taxima Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) her wiha derbarê mijarên weke pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewwropayê, demokrasî û meseleya kurdan, dosyeya hilweşandina HDPyê, girtin û mehkûmkirinên neqanûnî dijî endamên vê partiyê û çalakên din ên siyasî, pêwendiyên Tirkiye û Konseya Ewropayê, berçavnegirtina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (ECHR) ji aliyê Tirkiyê va, hilbijaartina tê li Tirkiyê û mijarên têkildarî hevpeymaniyên siyasî li vî welatî bi Jozêf Borêl ra gotûbêj kirin.