Li Tirkiyê bihayê derman %37 hat zêdekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331996-li_tirkiyê_bihayê_derman_37_hat_zêdekirin
Saziya Amûrên Pizîşkî û Derman a Tirkiyê (TİTCK), nirxê yek euroyê ku bo diyarkirina bihayên derman tê hesabkirin ji 4,57 lîreyan bo 6,29 hat zêdekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2022 05:15 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê bihayê derman %37 hat zêdekirin

Saziya Amûrên Pizîşkî û Derman a Tirkiyê (TİTCK), nirxê yek euroyê ku bo diyarkirina bihayên derman tê hesabkirin ji 4,57 lîreyan bo 6,29 hat zêdekirin.

Saziya Amûrên Pizîşkî û Derman a Tirkiyê, nirxê euro bo diyarkirina bihayên derman guherand. Nirxê her euroyekî ji bo sala 2022an ji 4,57 lîreyan bo 6,29 hat zêdekirin û bi vî awayî bihayê derman ji sedî 37 zêde bû.

Biryara bihabûna derman, dê 5 rojên din bikeve warê cîbicîkirinê.

Parlamenterê CHPê yê Mereşê Mehmet Goker piştî biryara zêdekirina bihayên derman ragihand, ku bihayên derman %37,43 hatiye zêdekirin.

Li Tirkiyê, demeke pirsgirêka peydakirina dermanan heye û bi taybetî dermanên tên hawirdekirin gelek derman nayên peydakirin. Tê gotin, xwediyên kompanyayên dermanan ji ber ku çaverê dikirin ku dê bihayên derman bên zêdekirin, dermanên di mexzenan de nedifirotin bazarê.