Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar berda
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331749-wezîrê_dadê_yê_tirkiyê_dest_ji_kar_berda
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar kişand û li şûna wî wezîrê berê yê dadê hat danîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar berda

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar kişand û li şûna wî wezîrê berê yê dadê hat danîn.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul derengiya şeva borî li ser twîttera xwe ragehand ku wî dest ji kar berdaye û serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan jî qebûl kiriye.

Gul da zanîn ku li şûna wî wezîrê berê yê dadê Bekir Bozdag hatiye danîn.

Bekir Bozdag ev sêyemîn car e di dema hikûmeta AKPê de dibe wezîrê dadê yê Tirkiyê.