Kremlîn: Putîn vexwendina Erdogan ya ji bo Tirkiyeyê qebûl kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331702-kremlîn_putîn_vexwendina_erdogan_ya_ji_bo_tirkiyeyê_qebûl_kir
Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov daxuyand Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi kêfxweşî qebûl kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2022 12:41 Asia/Tehran
  •  Kremlîn: Putîn vexwendina Erdogan ya ji bo Tirkiyeyê qebûl kir

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov daxuyand Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi kêfxweşî qebûl kir.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Peskov li Moskovayê ji rojnamevanan ra daxuyand, Serokomarê Tirkiyê Erdogan, Putîn vexwendiye Tirkiyeyê û wiha axivî: "Him di navbera komîsyonên hikûmetan da û him jî di navbera hevdîtinên herdu serokan da rawestandinek hebû."

Peskov got Putîn vexwendina Erdogan bi kêfxweşî qebûl kir û wiha dewam kir: "Piştî şewba Kovîd-19ê û bernameyên wan mûsaîd bû ev hevdîtin wê çêbibe."