Li Diyarbekirê di otobusa rêwiyan da 28 kîlogram esrar hat qefaltin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331607-li_diyarbekirê_di_otobusa_rêwiyan_da_28_kîlogram_esrar_hat_qefaltin
Li Diyarbekirê di otobuseke rêwiyan da 28 kîlogram esrara hûr hat qefaltin û kesek hat binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2022 08:53 Asia/Tehran
  •   Li Diyarbekirê di otobusa rêwiyan da 28 kîlogram esrar hat qefaltin

Li Diyarbekirê di otobuseke rêwiyan da 28 kîlogram esrara hûr hat qefaltin û kesek hat binçavkirin.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirme ya Bajêr bi armanca rê li bazara hişbirê bibire, xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê da li ser rêya Şanliurfa-Diyarbekirê texma Încehidira Erganiyê ku di bin berpirsyariya cendirmeyan da ye otobuseke rêwiyan hat sekinandin. Bi seyên narkotîk va kontrol hat kirin.

Di hundirê sarincokeke biçûk a bagaja otobusê da ku ya Î.B. (44) bû da 28 kîlogram esrara hûr hat qefaltin.

Î.B. hat binçavkirin û muemeleyên der heqê wî da dewam dikin.