Agirî qerisî: Germahiya hewayê di bin sifirê da bû 33 pile
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331591-agirî_qerisî_germahiya_hewayê_di_bin_sifirê_da_bû_33_pile
Li Agiriyê germahiya herî kêm bi şev di bin sifirê da bi 33 pileyan hat pîvandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2022 11:29 Asia/Tehran
  • Agirî qerisî: Germahiya hewayê di bin sifirê da bû 33 pile

Li Agiriyê germahiya herî kêm bi şev di bin sifirê da bi 33 pileyan hat pîvandin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê daxuyanî da û ragihand ku li seranserê herêmê hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be û ji nîvrojê bi şûn va jî li der û dora Erzincanê berfê bi tesîr be.

 

Tevlî berfê bayê (di saetê da bi leza 40-70 kîlometreyî) jî bê.

Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 33, Qersê 29, Erdexanê 26, Erziromê 22, Tunceliyê 15 û Erzincan û Îdirê jî 13 pile hat pîvandin.

Li herêmê ji ber talûkeya aşît, ketina şembelîkan, cemed, berf û pûkê hat xwestin ku bila welatî bi baldar bin.