Li Bakurê Sûriyê û Iraqê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330562-li_bakurê_sûriyê_û_iraqê_4_leşkerên_tirk_hatin_kuştin
Di encama destwerdana artêşa Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê de 4 leşkerên din ên Tirkiyê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2021 20:02 Asia/Tehran
  • Li Bakurê Sûriyê û Iraqê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di encama destwerdana artêşa Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê de 4 leşkerên din ên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku roja pêncşemiyê di encama operasiyonekê de li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) li devera operasyona "Pênce Birûsk" li bakurê Iraqê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje ku di vê operasyonê de 6 PKKyî jî hatin kuştin.

Herwiha Îro jî leşkerekî din ê Tirkiyê li bakurê Sûriyê hat kuştin.

Di vê navberê de PKKê ragihand ku li devera Zapê ya Herêma Kurdistanê şer di navbera şervanên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyê de derket ku di encamê de 8 efser û leşkerên tirk hatine kuştin, Tirkiyê tenê kuştina sê serbazan li devera "Pence-Brûsk" pişt rast dike. Lê PKKê diyar kir ku termên wan leşkeran ketine destê hêzên wê.