Mijdar 30, 2021 21:13 Asia/Tehran
  • Tirkiye: 7 kesên ku dixwestin ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibin hatin girtin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku 7 kesên ku dixwestin bi awayekî ne qanûnî ji Sûriyê derbasî nav Tirkiyê bibin li ser sînorê Hatayê hatine desteserkirin ku yek ji wan endamekî DAIŞê ye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ku îro 30ê Mijdara 2021an hêzên wan ên li ser sînorê bajarê Hatayê 7 kesên ku dixwestin ji Sûriyê  derbasî Tirkiyê bibin desteserkirine û  yek ji kesên desteserkirî, enadamekî DAIŞê ye ku derbarê wî de bi bultena sor a lêgerînê heye.

Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê di demekê de ye ku çend roj berî niha jî di medya Tirkiyê de nûçeyek belav bibû ku kurdekî Sûriyê li ser sînor di encama îşkencekirinê de ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê ve  hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan, navê wî welatîyî  Ridwan Numan El Ehmed e û temenê wî 40 sal e. Piştî ku ligel du hevalên xwe hewl dabû ji gundê Erada yê navçeya Zirgan a ser bi Serê Kaniyê ve derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hatiye desteserkirin.

Medya Tirkiyê behsa wê yekê dike ku leşkerên artêşa Tirkiyê ew welatî îşkence kirine û ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest daye.

Serepeyv