Berpirsekî Partiya DEVA bi îdiaya sîxuriyê hat desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330276-berpirsekî_partiya_deva_bi_îdiaya_sîxuriyê_hat_desteserkirin
Damezrêner û berpirsê Partiya DEVAyê Metin Gurcan, bi îdiaya sîxuriya siyasî hat desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2021 14:43 Asia/Tehran
  • Berpirsekî Partiya DEVA bi îdiaya sîxuriyê hat desteserkirin

Damezrêner û berpirsê Partiya DEVAyê Metin Gurcan, bi îdiaya sîxuriya siyasî hat desteserkirin.

Metin Gurcan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, polîsan demjimêr 6.30yan bi ser mala wî de girtin û li mala wî lêgerîn kirin.

Metin Gurcan got, “Ez bi tawanê sixûriya siyasî têm desteserkirin. Polîs li malê ne... Lêgerînê dikin. Ez şok bûm. Piştgiriya we dixawazim.”

Metin Gurcan sala 2015an ji artêşa Tirkiyê xanenîşîn bû û Adara 2020an bû damezrênerê Partiya DEVA ku bi serokatiya Ali Babacan hat damezrandin.