Mijdar 24, 2021 22:33 Asia/Tehran
  • Erdoxan û welîehdê Ebûzebiyê li Enqerê civiyan

Welîehdê Ebûzebiyê û serokomarê Tirkiyê li Enqerê civiyan û derbarê mijarên navçeyî û pêwendiyên dualî şêwirîn.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Navenda Pêwendiyan a Serokomartiya Tirkiyê, Di civîna roja çarşemiyê ya Muhemed bin Zayid Alê Nehyan welîehdê Ebûzebiyê û Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê pêwendiyên Enqere û Ebûzebiyê di hemî berûlayan da hat vekolandin û pêngavên pêwîst ji bo berfirehkirina hevkariyên dualî dê bên rakirin.

Nakokiya Imarat û Tirkiyê li ser qeyrana Lîbyayê hegera sereke ya kêşeyan di pêwendiyên du aliyan tê zanîn.

Tirkiyê di qeyrana Lîbyayê da pişta dewleta yekîtiya neteweyî ya Lîbyayê û Imaratê jî pişta hêzên Artêşa Neteweyî bi rêbertiya Xelîfe Hefter digire.

 

Serepeyv