Xwwenîşandan li Tirkiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî xebata dewletê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330241-xwwenîşandan_li_tirkiyê_bi_nîşana_nerazîtiya_li_hemberî_xebata_dewletê
Gelê Tirkiyê sêşemiyê bi şev bi nîşana nerazîtiya li hemberî alozbûna rewşa aborî û daketina bihayê pereyê vî welatî li hemberî dolara Amerîkayê derket nav kolanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2021 08:49 Asia/Tehran
  • Xwwenîşandan li Tirkiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî xebata dewletê

Gelê Tirkiyê sêşemiyê bi şev bi nîşana nerazîtiya li hemberî alozbûna rewşa aborî û daketina bihayê pereyê vî welatî li hemberî dolara Amerîkayê derket nav kolanan.

Li gorî rapora IRNAyê, Gelê Tirkiyê li bajarên Stenbol û Enqerê bi derketina nav kolanan, li dijî Receb Teyib Erdoxan serokomar û partiya serdest dirûşme bilind kirin.

Gel di vê xwenîşandanê da dirûşmeya "Hikûmeta AKP, Istîfa istîfa" bilind kir û daxwaza wêdaçûna Erdoxan ji desthilatê kir.

Partiyên siyasî yên dijberê dewleta Tirkiyê ji wan CHP'ê jî bi ragihandina vêya ku partiya serdest a vî welatî Tirkiyê tûşî îflasê aniye, daxwaza lidarxistina hilbijartina berwext li vî welatî kir.

 

Bihayê lîreya Tirkiyê di hefteya borî da, daketina xwe ya herî zêde di 20 salên borî derbas kiriye.

Aniha her dolareke Amerîkayê bi 13.36 lîreya Tirkiyê tê kirrîn.