Tetbîqata deryayî ya çend-dewletî li Tirkiyê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329798-tetbîqata_deryayî_ya_çend_dewletî_li_tirkiyê_dest_pê_bû
Tetbîqata leşkerî ya Rojhilata deryaya Sipî-2021 bi beşdariya deh welatan li parêzgeha Moglaya Tirkiyê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2021 05:56 Asia/Tehran
  • Tetbîqata deryayî ya çend-dewletî li Tirkiyê dest pê bû

Tetbîqata leşkerî ya Rojhilata deryaya Sipî-2021 bi beşdariya deh welatan li parêzgeha Moglaya Tirkiyê dest pê bû.

Li gorî rapora ISNAyê, Hêza deryayî ya Tirkiyê fermandetiya Tetbîqata leşkerî ya Rojhilata deryaya Sipî-2021 girtiye ustiyê xwe.

Tetbîqata leşkerî ya Rojhilata deryaya Sipî-2021 bi karanîna 35 keştiyên şêrr ji 10 welatan û 5000 hêzan roja Sêşemiyê dest pê kir û 12ê Mijdarê dê bi dawî bê.

Tirkiyê jî di vê meşqa şêrr da keştî, helîkopter, dron û F16yên xwe xistine tevgerê.

Hatiye gotin ku, Hêzên beşdar di Tetbîqata leşkerî ya Rojhilata deryaya Sipî-2021 da, şêwazên alîkariyên mirovdosaten û bertekaa dijî bobelatên xwezayî temrîn dikin.

Di raporên weşandî da, navê welatên beşdar nehatiye birin.