Serokomarê Tirkiyê berê xwe da Romaya Îtalyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329722-serokomarê_tirkiyê_berê_xwe_da_romaya_Îtalyayê
Serokomarê Tirkiyê ji bo beşdariya di civîna serokên Koma 20ê çû Îtalyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2021 09:05 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê berê xwe da Romaya Îtalyayê

Serokomarê Tirkiyê ji bo beşdariya di civîna serokên Koma 20ê çû Îtalyayê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Civîna 16an a serokên G20ê (Koma 20ê) îro û sibe dê li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê were lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Saziya Serokomartiya Tirkiyê ragihand: Serokên welatên endamê G20ê di vê civîna durojî da dê mijarên cûr bi cûr ji wan baştirkirina aborî tevî dewama pandemiya Koronayê, alûgorên dawiyê di warê tendurustî û aboriya cîhanî da, guherînên keşûhewayê, mijarên Jîngehê, geşepêdana mayînde û qeyrana Koçberiyê binirxînin.

 

Li gorî vê raporê, Receb Teyib Erdoxan piştî civîna Îtalyayê, dê ji bo beşdariya di bîst û şeşemîn civîna keşûhewayê ya NY ku biryar e ku di rojên 1 û 2ê Mijdara 2021ê li bajarê Glasgowê were lidarxistin, dê berê xwe bide Brîtanyayê.