Cotmeh 29, 2021 17:03 Asia/Tehran
  • Welatiyê ku li Sêrtê ji Seroka Partiya ÎYÎ re gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat binçavkirin

Welatiyê Kurd ê ku di serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bo bajarê Sêrtê yê Kurdistana Tirkiyê de, jê re gotibû, 'Ev der Kurdistan e, her tiştê me tê înkarkirin û em vê yekê qebûl nakin' hat binçavkirin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, roja pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Kurdistana Tirkiyê, di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnama me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Hat ragihandin ku ew welatiyê Kurd ê bi navê Cemîl Taşkesen ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye girtin.

Rêveberiya Asayişa Sêrtê di daxuyaniyekê de ev yek ragihandiye û diyar kiriye, ew welatî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bi “propagandaya terorê” hatiye tohmetbarkirin.

Hêjayê gotinê ye her kes li Tirkiyê navê kurdistanê li deverên kurdan bike an jî ji nasnameya kurdî biaxive bi “propagandaya terorê” tê tawanbarkirin û tê girtin.

Serepeyv