Rexneya serokê CHPê ji şandina hêzên Tirkiyê bo Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329658-rexneya_serokê_chpê_ji_şandina_hêzên_tirkiyê_bo_sûriyê
Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji dewama şandina hêzên çekdar ji aliyê delweta Erdoxan bo Sûriyê, daxwaza vekirina balyozxaneya wî welatî li Şamê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2021 09:03 Asia/Tehran
  • Rexneya serokê CHPê ji şandina hêzên Tirkiyê bo Sûriyê

Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî rexneya ji dewama şandina hêzên çekdar ji aliyê delweta Erdoxan bo Sûriyê, daxwaza vekirina balyozxaneya wî welatî li Şamê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kemal Kilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) di civîna roja Sêşemiyê ya parlimanê hevdem di gel pesendkirina pêşnumaya dirêjkirina memûriyeta hêzên vî welatî li axa Sûriye û Iraqê, got: Serokomarê Tirkiyê bila dewsa şandina hêzan bo Sûriyê, balyozxxaneya welatê me li Şamê veke.

 

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Dirêjkirina memûriyeta hêzên Tirkiyê li Sûriye û Iraqê li ser xêra berjewendiyên neteweyî nîne.

 

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) her wiha ji Erdoxan xwest ku hesabên bankê yên komên terorîst ên El-Qayîde û DAIŞ li Tirkiyê vekolîne û asteng bike.

Parlimana Tirkiyê roja Sêşemiyê operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salên din dirêj kir. Dewleta Tirkiyê pêştir bi raberkirina pêşnumayekê bo parlimanê daxwaza dirêjkirina dusalî ya destûra operasiyona artêşa vî welatî li Iraq û Sûriyê kiribû. Artêşa Tirkiyê di çend salên borî da li gorî desthilata ku parlimana vî welatî daye wê, bi caran destdirêjiya axa Sûriye û Iraqê kiriye û beşine axa van 2 welatan dagir kirine.