Enqere: Bila Amerîka siyaseta xwe ya şaş wêda dayîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329318-enqere_bila_amerîka_siyaseta_xwe_ya_şaş_wêda_dayîne
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bertek nîşanî tawanbarkirina Tirkiyê ji aliyê serokomarê Amerîkayê va li mijara Sûriyê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2021 13:37 Asia/Tehran
  •  Enqere: Bila Amerîka siyaseta xwe ya şaş wêda dayîne

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bertek nîşanî tawanbarkirina Tirkiyê ji aliyê serokomarê Amerîkayê va li mijara Sûriyê da.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Joe Biden serokomarê Amerîkayê roja borî bi şandina nameyekê bo Kongreyê derbarê dirêjkirina hebûna leşkerî ya vî welatî li Sûriyê ragihand ku kiryarên Tirkiyê li bakurê Sûriyê ziyanê digihîne têkoşîna hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê.

Mewlûd Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê wiha gotiye: "Amerîka dewsa lomekirin û tawanbarkirina me baştir e ku dev ji siyasetên xwe yên şaş berde û bi rastbêj kongre û gelê Amerîkayê haydar bike."