Li Qersê ji ber berfê heta demekê rê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329287-li_qersê_ji_ber_berfê_heta_demekê_rê_hat_girtin
Li parêzgeha Qersê ya kurdên Tirkiyê di demsala payîzê de berf bariya û ligel xuliqandina dîmenên xweşik, ji şofêr re jî gelek zehmetî çêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 17:35 Asia/Tehran
  • Li Qersê ji ber berfê heta demekê rê hat girtin

Li parêzgeha Qersê ya kurdên Tirkiyê di demsala payîzê de berf bariya û ligel xuliqandina dîmenên xweşik, ji şofêr re jî gelek zehmetî çêkirin.

Li Qersê ku zêdeyî 2 rojan e baran dibare, şeva borî 6ê Cotmeha 2021ê berf bariya û li ser riya di navbera Qers û Îdirê de ji ber berfê şofêran zehmetî kişandin.

Hejmarek şofêr ji ber ti amadekariyên wan bo berfê nebûn otomobîlên xwe li kêleka rê rawestandin û çaverê kirin heta makîneyên kar rê paqij bikin.

Piştî makîneyên kar ên Rêveberiya Rê û Cadeyan a Qersê rê paqij kirin rewş asayî bû û şofêrên rawestiyabûn bi riya xwe de çûn.

Li herêma Hanlar Geçidî ya ser riya Qers û Îdirê jî barîna berfê berdewam e.

Li gelek parêzgehên Tirkiyê di destpêka demsala payîzê de pileya germahiyê ji nişka ve daket û berf bariya.