Dewama binçavkirinan li Tirkiyê; li Farqîn a Amedê 5 kes hatin binçavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329265-dewama_binçavkirinan_li_tirkiyê_li_farqîn_a_amedê_5_kes_hatin_binçavkirin
Polîsan li navçeya Farqînê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2021 11:14 Asia/Tehran
  •   Dewama binçavkirinan li Tirkiyê; li Farqîn a Amedê 5 kes hatin binçavkirin

Polîsan li navçeya Farqînê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeya a Mezopotamyayê (MA), Polîsan li navçeya Farqîn a Amedê, di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.

Polîsan di lêgerînê de, mal ser û bin kirin. Hat hînbûn ku Rêzan Erenfik, Mehmet Katar, Dogan Tûncer, Veysî Fîdan û Îsmaîl Ûlaş ên biryara binçavkirina wan hebû, hatin binçavkirin. Hebûn Efendîk û Toprak Karasû yên ne li malên xwe bûne jî, nehatine binçavkirin. 

Hat diyarkirin ku dibe binçavkirin zêde bibin.

Ji aliyê din va, Li Cizîrê 3 jî kes hatin binçavkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di seatên sibehê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan Pinar Kuramî, Alî Tunç û Cengîz Hadîoğlu binçav kirin. 

Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Her wiha hat ragihandin ku dibe hejmara kesên binçavkirî zêde bibe. 

Li aliyê din duh jî li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê polisan bi ser malan de girtibûn û 12 kes binçav kiribûn. Kesên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Silopyayê tên ragirtin.