Li Soçiyê; Îro Putin û Erdogan dê dicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329130-li_soçiyê_Îro_putin_û_erdogan_dê_dicivin
Îro Çarşemî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Rûsyayê dicivin û di serî de rewşa Idlibê, peywendiyên navbera herdu welatan û mijarên navdewletî dê gotûbêj bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2021 06:49 Asia/Tehran
  •  Li Soçiyê; Îro Putin û Erdogan dê dicivin

Îro Çarşemî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Rûsyayê dicivin û di serî de rewşa Idlibê, peywendiyên navbera herdu welatan û mijarên navdewletî dê gotûbêj bikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Kremlînê ve hatiye belavkirin, tê gotin ku îro Çarşemî 29ê Îlona 2021ê Putin û Erdogan li bajarê Soçî yê başûrê Rûsyayê dê bicivin.

Kremlin dibêje “Biryar e di civînê de behsa mijarên siyasî, bazirganî û aborî bên kirin û hevahengiya navbera Rûsya û Tirkiyê bê gotûbêjkirin. Herwiha pirsgirêkên niha yên navdewletî ji wan rewşa Sûriyê, Lîbya, Efxanîstan û Başûrê Qefqasyayê bên gotûbêjkirin.”