Çavuşoglu: Çalakiyên Balyozxana Tirkiyê ya li Kabulê berdewam dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328298-Çavuşoglu_Çalakiyên_balyozxana_tirkiyê_ya_li_kabulê_berdewam_dikin
Wezîrê Derve yê Tirkîyê dibêje ku jibo ewlehîya dîplomat û hemwelatîyên Tirkiyê yên li Efganistanê tedbîrên pêwîst hatine girtin û hemî karmendên balyozxanê li Kabulê çalakiyên xwe didomînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2021 07:27 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Çalakiyên Balyozxana Tirkiyê ya li Kabulê berdewam dikin

Wezîrê Derve yê Tirkîyê dibêje ku jibo ewlehîya dîplomat û hemwelatîyên Tirkiyê yên li Efganistanê tedbîrên pêwîst hatine girtin û hemî karmendên balyozxanê li Kabulê çalakiyên xwe didomînin.

Li gorî TRT, Çavuşoglu, dema ku ji Cezayîrê vedigeriya, têkildarî geşedanên dawîn ên li Efganîstanê, bi hemwelatiyên Tirkiyê û karsaz û rêvebirên pargîdaniyên(şirîketên) Tirkiyê yên li Efganîstanê re têkilî danî û amadebûna xwe  diyar kir ku dê alîkariya kesên ku dixwazin vegerin welêt bike. 

Wezîrê Derve yê Tirkîyê herwiha got ku Enqere jibo ewlehî û refaha hemwelatîyên Tirkîyê yên li Efganistanê bi karbidestên li Kabulê re di têkilîyê de ye.

Talîbanê roja Yekşemê paytexta Efganistanê, Kabul dorpêç kir û ji hukûmetê xwest ku kontrola welat û paytextê bide vê komê, û bi derketina Serokkomarê Efganistanê Eşref Xenî, Talîban bi tûm Efganistan xist bin kontrola xwe.