Li Antalyayê; tirkên nijadperest êrîşî karkerên kurd kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328016-li_antalyayê_tirkên_nijadperest_êrîşî_karkerên_kurd_kir
Komeke tirkên nijadperest bi êrîşa li ser konên karkerên demsalî yên kurd, li wan xist û bi gefa şewitandinê, ew ji gund derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2021 06:38 Asia/Tehran
  • Li Antalyayê; tirkên nijadperest êrîşî karkerên kurd kir

Komeke tirkên nijadperest bi êrîşa li ser konên karkerên demsalî yên kurd, li wan xist û bi gefa şewitandinê, ew ji gund derxistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Komeke tundrêyên tirk şevtira çûyî bi êrîşa li ser karkerên demsalî yên kurd li Elmaliya Antalyayê, li wan da û ew birîndar kirin.

Êrîşkeran gef li karkeran xwarine ku heke terka gund nekin, ew ê bên şewitandin.

Kemal Bilbil Nûnerê HDPê ji Antalyayê bi weşandina daxuyaniyekê, nivîsî: Di encama gotûbêjên dirêj digel qayîm meqamtiya Elmaliyê û rayedarên gund, karkerên kurd bo cihekî ewleh hatine veguhestin.