Li gundewarên Helebê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327834-li_gundewarên_helebê_2_leşkerên_tirkiyê_hatin_kuştin
Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê di encama êrişekê de li gundewarên Heleba Sûriyê ya ku Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2021 04:31 Asia/Tehran
  • Li gundewarên Helebê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê di encama êrişekê de li gundewarên Heleba Sûriyê ya ku Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kir ku wesayîteke zirxî ya artêşa vî welatî ji cûrê `kîrpî`  li herêma ku dewleta tirk navê devera operasyona “Mertala Firatê” lê kiriye kete ber êrişê û îmha bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di encama wê êrişê de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, hêzên Tirkiyê jî bersiva êrişê dane û bi tundî ew dever topbaran kirine ku êriş jê pêk hat.