Li Wanê ji ber lehiyê 400 serî pez mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327677-li_wanê_ji_ber_lehiyê_400_serî_pez_mirin
Pêleke barana tund li Tirkiyê bi taybet li deverên kurdî bûye sedema rabûna lehiyê û ziyanên mezin ên canî û malî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2021 05:19 Asia/Tehran
  • Li Wanê ji ber lehiyê 400 serî pez mirin

Pêleke barana tund li Tirkiyê bi taybet li deverên kurdî bûye sedema rabûna lehiyê û ziyanên mezin ên canî û malî.

Di nava du rojên derbasbûyî de li Tirkiyê û Kurdistana vî welatî nêzîkî 10 kesan ji ber lehiyan canê xwe jidest dane.

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî zêdetir ji 400 seriyên pez ketine ber lehiyê û mirar bûne. Lehiya ku ji nişkê ve rabû ye, keriyên pez dane ber xwe.

Lehiyê herwiha ziyaneke mezin jî gihîştiye zeviyên çandiniyê û wî giyayê ku xelkê dûrî bû û dixwest in ji bo zivistanê rabikin. Ziyana herî mezin jî gihîştiye gundê Dêrê yê navçeya Elbakê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê û Îranê.

Herwiha tîmên hewarçûnê yên Tirkiyê bi hewara xelkê de neçûne û ajeldaran bi xwe bi derfetên xwe yên kêm hewl dane ku pezê xwe xelas bikin. Lê tenê karî ne çend seriyên pez ji nav ava lehiyê derbixin.