Balafirên şer ên Tirkiyê gundên ser bi Şêxanê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327266-balafirên_şer_ên_tirkiyê_gundên_ser_bi_Şêxanê_bombebaran_kir
Balafirên şer ên Tirkiyê cara yekem gundên ser bi Şêxanê ya Deşta Nînowayê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2021 10:45 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê gundên ser bi Şêxanê bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirkiyê cara yekem gundên ser bi Şêxanê ya Deşta Nînowayê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirkiyê, şevê din gundên ser bi navçeya Şêxan a deşta Nînowayê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî medyaya Iraqê, êrîş li dijî gundên Şêxanê û çiyayê Xêrê pêkhatiye.

Cara yekemîne ku ev herêm ji aliyê balafirên Tirk ve tê bombebaran kirin û beşeke zêde ya niştecihên Şêxanê jî Êzîdî ne.

Têkildarî zirer û ziyanan heya niha ti agahiyek zelal bidest neketiye.