Li Tirkiyê 6 hezar û 143 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327186-li_tirkiyê_6_hezar_û_143_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2021 06:13 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 6 hezar û 143 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 293 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 22ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 143 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 565 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 381 hezar û 736 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 214 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 242 hezar û 945 kesan.