Di doza girtina HDPê de lêkolîna ewil sibe tê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i327131-di_doza_girtina_hdpê_de_lêkolîna_ewil_sibe_tê_kirin
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de lêkolîna xwe ya ewil dê sibê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2021 15:21 Asia/Tehran
  • Di doza girtina HDPê de lêkolîna ewil sibe tê kirin

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de lêkolîna xwe ya ewil dê sibê bike.

Dadgeha Bilind îdîanameya derbarê girtina HDPyê de hatibû amadekirin ji bo ku kêmasî bên temamkirin îade kiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Darazê îdianame ji nû ve amade kiribû û şandibû ya Dadgeha Destûra Bingehîn.

Raportorê ku hatibû erkdarkirin derbarê lêkolîna ewil de rapora xwe temam kir û pêşkeşî lijneyê kir.

Di dozê de lêkolîna ewil dê sibê di saet 10.00 de bê kirin û Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn li ser pesendkirin an redkirina doza girtina HDPê biryar dide

Lijneya Giştî dema lêkolîna ewil bike, dê li ser beyana girtina partiyê, çalakî û xebatên wê, daxwaza qedexeya siyasî ya ji bo kesên navê wan di îdianameyê de derbas dibe bisekine, daxwaza destdayîna ser hesabên bankayê û alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyê jî dê bê nirxandin.

Partiya nijadperest û li dijî kurdan a MHPê hewl dide bi her awayê dibe HDP hilweşîne.