Hezîran 10, 2021 21:04 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi berfirehî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ji şeva bihorî ve heta îro danê sibehê navçeyên sçnorî yên parêzgeha Duhokê û bi taybetî zinara çiyayê Kêste bi dijwarî bombebaran kirin û bi sedema bombebaranan rûbereke mezin ji daristanên wê navçeyê di agir de şewitî.

Li gorî Rûdawê, Balafirên artêşa Tirkiyê bi tundî sînorê gundên Binê Zinarê, Hevşê Korê, Geliyê Zubeyrî, Çelka Krîstiyanan û pişta vî gundî li nêzîk Dêrê, Kêste, Hirûr û Mila Sorê û Navdarka bombebaran kirin.

Ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve ya di nav axa Herêma Kurdistanê de, ew dijwartirîn bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê  ji aliyê Tirkiyê ve ye.

Ji êvara roja Çarşemê 9 Hezîranê ve bombebarana wan navçeyan bi rêya helîkopteran û firokeyên F-16 destpê kir û heta sibeha îro Pêncşemê 10 Hezîranê berdewam bû

Di encama bombebaranê de agirek mezin bi daristanên wan gundan ketiye û rûbereke mezin ji daristanên navçeyê şewitiye.

Serepeyv