Hezîran 09, 2021 13:43 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 86 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 609 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 86 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 225 hezar û 527 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 6 hezar û 609 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 86 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 836 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 300 hezar û 236 kesan û 48 hezar û 341 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 173 hezar û 186 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 55 milyon û 899 hezar û 143 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv