Taximên Tirkiye û Yûnanê dê bicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326596-taximên_tirkiye_û_yûnanê_dê_bicivin
Dora nû ya gotûbêjên navbera taximên Wezaretên berevaniyê yên Tirkiye û Yûnanê ji îro Çarşemiyê va dê dest pê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Taximên Tirkiye û Yûnanê dê bicivin

Dora nû ya gotûbêjên navbera taximên Wezaretên berevaniyê yên Tirkiye û Yûnanê ji îro Çarşemiyê va dê dest pê bibe.

Li gorî TRT'ya Tirkiyê, Ev gotûbêj ku dê bi riya vîdyo konferansê pêk were, dora çarem a gotûbêjan e ku bi mebesta zêdekirina pêbaweriya navbera du welatan pêk tê.

Ev gotûbêj dê bi qasî 2 rojan were domandin.

Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Girava Qibrisê di sala 1974an da, hebûna keştiyên lêkolînî yên Tirkiyê jibo vedîtina petrol û gazê li nêzikî perravêîn Qibrisê, binpêkirina berdewam a qada asimanî ya Yûnanê ji aliyê balefirên şêrr ên Tirkiyê û penaberbûna 8 çekdarên tirk piştî darbeya serneketî ya artêşa Tirkiyê di sala 2016an da ji hegerên sereke yên reşbûna pêwendiyên Tirkiye û Yûnanê ne.