May 06, 2021 09:55 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê ji ber Koronayê 356 kes mirin û 26 hezar û 476 kes jî pê ketin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 26 hezar û 476 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin, herwiha 356 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 229 hezar û 491 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 26 hezar û 476 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 356 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 35 hezar û 464 nexweşên Coronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 955 hezar û 594 kesan û 41 hezar û 883 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 589 hezar û 501 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 48 milyon û 459 hezar û 224 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.