Bijartina berdevkê nû yê Wezareta Derve ya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325758-bijartina_berdevkê_nû_yê_wezareta_derve_ya_tirkiyê
Dîplomatê dêrîn Tanju Bilgiç wekî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hat wezîfedarkirin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2021 19:08 Asia/Tehran
  • Bijartina berdevkê nû yê Wezareta Derve ya Tirkiyê

Dîplomatê dêrîn Tanju Bilgiç wekî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hat wezîfedarkirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anatolyayê, Tanju Bilgiç, dîplomatê dêrîn û balyozê berê yê Tirkiyê li Belgradê, wekî berdevkê Wezareta Derve hate wezîfedarkirin.

Tanju Bilgiç ji îro Sêşemê wekî berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê dest bi karê xwe kir.

Berî wî Hamî Aksoy wek berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê kar dikir.

Tanju Bilgiç ji 2016 heya 2021, balyozê Tirkiyê li Sirbistanê bû.