Taximeka ji Tirkiyê dê zûtirkê biçe Misirê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325627-taximeka_ji_tirkiyê_dê_zûtirkê_biçe_misirê
Wezîrê karên derve yê Misirê qala şandina taximekê bo Misirê di demeka nêzik da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2021 18:42 Asia/Tehran
  • Taximeka ji Tirkiyê dê zûtirkê biçe Misirê

Wezîrê karên derve yê Misirê qala şandina taximekê bo Misirê di demeka nêzik da kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mewlûd Çawûşoxlû di civîneka televîziyonî da got: Li ser vexwendina rayedarên misirî, dê destpêka Gulana 2021ê taximek bo Misirê were şandin.

Wî her wiha got: Qonaxeka nû ya pêwendiyên navbera Tirkiye û Misirê dest pê bûye û îmkana pêkanîna seferên dualî di pêşerojê da heye.

Wî pêştir gotibû: Me dil heye civînekê tev Misirê di asta alîkarên wezîrên derve û dîplomatan li dar xînin û balyozan jî diyar bikin.