Omer Faruk Gergerlîoglu hat desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325349-omer_faruk_gergerlîoglu_hat_desteserkirin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li Enqerê hat destserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2021 05:04 Asia/Tehran
  • Omer Faruk Gergerlîoglu hat desteserkirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li Enqerê hat destserkirin.

Duh înê 02.04.2021ê Salih Gergerlîoglu, kurê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; ''Hêzên ewlehiyê ji bo binçavkirina bavê wî çûne mala wan.''

Herwiha Salih Gergerlîoglu diyar kir: “Ji bo girtina bavê min hatin. Heman rezalet hat dubarekirin. Nehiştin bavê min pêlava xwe jî li xwe bike û ew derxistin.”

Kurê Omer Faruk Gergerlîoglu wêneyên pêlav û çenteya bavê xwe parve kirine û got: “Ev wêneya zordariyê ne.”