Tirkiyê Qendîl û Kanî Masiyê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324391-tirkiyê_qendîl_û_kanî_masiyê_bombebaran_kir
Balafirên Tirkiyê duh derdora Çiyayê Qendîlê û bajarokê Kani Masî ya Amediyê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2021 05:15 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Qendîl û Kanî Masiyê bombebaran kir

Balafirên Tirkiyê duh derdora Çiyayê Qendîlê û bajarokê Kani Masî ya Amediyê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.

Balafirên cengî yên Tirkiyê duh berê nîvro herdû aliyên Çiyayê Qendîlê, derdora bajarokê Sengeser a girêdayî navçeya Ranya ya Silêmaniyê û derdora bajarokê Zinê Wertê ya navçeya Çoman a Hewlêrê bombebaran kirin.

Birêveberê bajarokê Zînê Wertê Muslîh Zirar ji Rûdawê re ragihand ku Balafirên bê firokvan li ser li ser Çiyayê Qendîlê geriyane û piştî wê firokeyên cengî heremê bombebaran kirine.

Muslîh Zirar got “Firokeyên cengî pêşî girên Sêkanyan û Konêkotrê yên di nav sînorê Sengeserê de bombebaran kirin, piştre girên Dirêdê  du caran bambebaran kirin.”

Li aliyê din li gorî medyayên nêzî PKKê,Balafirên cengî saet di 09:10an de derdora gundê Bazê ya girêdayî bajarokê Kanî Masiyê du caran bombebaran kirine.

Herwiha artêşa Tirkiyê di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.