Serokê CHPê dewleta Erdoxên da ber rexneyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i324304-serokê_chpê_dewleta_erdoxên_da_ber_rexneyan
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) dewleta Tirkiyê bi nekêrhatîbûn û cihêkariya qewmî û mezhebî tawanbar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2021 06:22 Asia/Tehran
  • Serokê CHPê dewleta Erdoxên da ber rexneyan

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) dewleta Tirkiyê bi nekêrhatîbûn û cihêkariya qewmî û mezhebî tawanbar kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kemal Qilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) di civînekê da ku bi awayê vîdyo Konferans digel serokên Civatên parêzgeha Bûrsayê li Tirkiyê hat lidarxistin, got: Serokên hikûmetê dewsa gel, xizmeta berîka xwe dikin.

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) erka desthilatê geşepêdana welêtû  pêkanîn akar û xxebatê bo welatiyan da zanîn û got: "Li welatê me ev erk hatiye berdan û dewsa wê ji gel dipirsin, Hûn kurd in an tirk, anjî Elewî ne an Sune?!."

Wî got: Dewleta me kêmasiyek heye û ew jî berpirsên bi şeref e.

Ev di halekî da ye ku beriya vêya Erdoxên li dijî Qilîçdaroxlû bi tawana Bêrêzîkirinê gilî kiribû.