Polîsan êrîş bire ser xwepêşandana piştgiriya bo Bogazîçî ya li Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323825-polîsan_êrîş_bire_ser_xwepêşandana_piştgiriya_bo_bogazîçî_ya_li_enqerê
Polîsan êrîş bire ser çalakiya ji bo piştevaniya bo xwendekarên Bogazîçî ku li Enqerê hate lidarxistin. Polîsan di mudaxeleyê de gullên plastîk û gaza îsotê bikar anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2021 18:19 Asia/Tehran
  • Polîsan êrîş bire ser xwepêşandana piştgiriya bo Bogazîçî ya li Enqerê

Polîsan êrîş bire ser çalakiya ji bo piştevaniya bo xwendekarên Bogazîçî ku li Enqerê hate lidarxistin. Polîsan di mudaxeleyê de gullên plastîk û gaza îsotê bikar anîn.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî xwepêşandanan lidar dixin xwest li ber Şaredariya Çankayê daxuyanî bide çapemeniyê.

Koma ku xwest bi dowîzên “Em bi ser bilindî bi ser dikevin” hildan û bimeşe ber Şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan pandemiyê hêcet nîşan da û nehişt kom biçe ber şaredariyê. Koma bi biryarî xwest biçe ber şaredariyê bi mudaxileya polîsan re rûbirû ma. Polîsan li Cadeya Yukselê bi gullên plastîk û gaza îsotê êrîşî komê kir. 

Kom pişt re li nava kolanan belav bû û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimî.